Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin

Vê sibehê dewriyeya 36`an a hevbeş a hêzên polîsa leşkerî ya Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên navçeya Dirbêsiyê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
Dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li gel nerazîbûnên şêniyan hate meşandin
7 kanûn, 2020   11:00
 HESEKÊ

Dewriye ji gundê Şêrik ê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê destpê kir.

Dewriyeya hevbeş li gundên Delîk, Qinêtre, Til Kidîş, Qirmanî, Xinemiyê, Kerbetlî, Cedîde, Midewer û Xankî  geriya û piştre vegerî nuqteya destpêkê li gundê Şêrik.

Şêniyên gundên navborî, nerazîbûnên xwe li dijî dewriyeyan û bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeyên Eyn Îsa û Zirganê nîşan dan. Şêniyên gundên Qirmane û Kerbetlî kevir avêtin dewriyeyê.

Dewriye ji 8 panzerên her du aliyan û du hîlokopterên Rûsyayê pêk hat.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M8QeiODgPcM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>