Girtiyên di greva birçîbûnê de: Têkoşînê bilind bikin, tecrîde bişikînin

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên di zindanên dewleta Tirk de, bangewaziya têkoşînê û şikandina tecrîdê kir.

Girtiyên di greva birçîbûnê de: Têkoşînê bilind bikin, tecrîde bişikînin
7 kanûn, 2020   08:17
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

27’ê Mijdarê di salvegera damezirandina PKK’ê de li zindanên dewleta Tirk, girtiyên doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kir.

Girtî bang dikin ku piştevaniya grevên birçîbûnê were zêdekirin, girtiyan banga piştevaniya ji bo greva ku ji derve jî deng vedaye kir û balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna hevpar.

F.S. yek ji girtiyên ku di Gulana 1997’an de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Şakran a Aliaga ye, di peywendiya telefonê ya ku bi malbata xwe re kir de heman peyam da û diyar kir ku tecrîda girankirî didome û tenê bi têkoşîna hevpar a zindanan û civakê dikare were şikandin.

‘DIVÊ GELÊ ME BÊDENG NEMÎNE’

F.S. da zanîn ku di girtîgehan de li hemberî zext û zordariya ku tê meşandin bisekinin û ji bo girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê wiha  got: “Têkoşîna ku em didin meşandin, bi dilsoziya felsefeya rêber Apo ye, dilsoziya têkoşînê ye.”

F.S. bang li civakê kir ku xwedî li grevên birçîbûnê derkevin, her wiha bal kişand ser girîngiya komîteyên mafên mirovan û nivîsgehên parêzeran ku li pêşberî van zextan bê deng nemînin û piştgiriya herî xurt a gel û saziyên demokratîk ku piştevaniyê ji bo berxwedanê bikin.

‘NEXWEŞA PENÇEŞÊRÊ NAYÊ DERMANKIRIN’

F.S. bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku zext bê navber berdewam dikin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. F.S. da zanîn ku li girtîgeha Şakranê, nexweşa penceşêrê Fatma Ozbay bi rêk û pêk nehat dermankirin, ew di wextê xwe de nabin nexweşxaneyê û ew di odeya karantînayê ya giştî de tê hiştin.

‘DI ODEYA KARANTÎNAYÊ DE 40 KES BI HEV RE DIMÎNIN’

F.S. bal kişand ser pandemiya koronavîrusê ku roj bi roj li girtîgehan belav dibe û got li girtîgeha ku ew lê dimînin 2 odeyên karantînayê hene û 40 kes li van odeyan dimînin û diyar kir ku wan gelek caran hewl daye ku hejmara mirovên li odeyên karantînayê dimînin, tevî hemî hewldanên wan kêm bikin, lê daxwazên wan nayên qebûlkirin.

F.S. her wiha diyar kir ku wî gelek caran hewl daye ku pirsgirêkên xwe bigihîne rêveberê girtîgehê û rêveberiya girtigehê daxwaza hevditinê bi cih neaniye.

ZEXTÊN SÎSTEMATÎK

F.S. bi taybetî bal kişand ser zexta sîstematîk a li girtîgehan rastî wan tên û got gardiyan pêkanînên keyfî li dijî girtiyan dikin û got: “Gelek gardiyan dikevin qawîşan û odeyan belav dikin. Serdegirtin bi navberên kurt her gav diqewimin. Gardiyan, eşyayên me yên ferdî bi keyfî kontrol dikin. Pirtûk, wêne, name û radyo hatin desteserkirin.”

F.S. got ew di dema lêgerînan de her gav rastî tundiya devkî û derûnî hatin û her çend wan gelek caran daxwazname ji dozgeriyê re nivîsandine jî daxwazên wan nehatin pejirandin.

F.S. bi bîr xist ku wan li dijî hemû zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û diyar kir ku ev hemû pêkanînên zext û tecrîdê wê bi piştgiriya pêwîst a civakê bi dawî bibin û bang li hemû kesên li derve kir ku têkoşînê mezin bikin.

ANHA