​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Rûsya ji êrişan berpirsyar e

Şêniyên navçeya Şedadê bal kişandin ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin: "Rûsya ya garantor bi bêdengiya xwe ji van êrişan berpirsyar e."

​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Rûsya ji êrişan berpirsyar e
7 kanûn, 2020   01:28
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Ji beriya çend rojan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser navçeya Eyn Îsayê giran kirine. Bi saya piştgiriya şêniyan ji QSD`ê re bersiva êrişan hate dayîn.

Êriş li pêşiya çavên Rûsya ya ku li gorî peymanê wekî garantora parastina herêmê ye, pêk tên. Di encamê de sivîl ku di nav wan zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest da.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şedadê Fadil El-Hisên bal kişand ser êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û wiha got:"Ev perasyoneke plankirî ya bi armanca dagirkirinê ye û li pêşberî çavên dewletên navneteweyî, di serî Rûya ya ganator e, pêk tê."

El-Hisên destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên navê  "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" li xwe dikin, çekên giran bi kar tînin da şêniyan koçber bikin û senaryoya Efrîn û Girê Spî dubare bikin.

Fadil El-Hisên Rûsya rexne kir û got: "Rûsya rê ji dewleta Tirk re vedike da ku derbasî Eyn Îsayê û herêmên din bibe û dagir bike."

Fadil El-Hisên diyar kir, ku li herêmên ku artêşa Tirk û çeteyên xwe dagirkirine, komkujî li dijî sivîlan pêk tê, destdirêjiyê li jinan dike û bi van sûcan dixwazin hîn zêdetir xaka ku bi saya bi hezaran şehîd hatiye rizgarkirin, dagir bike.

Endamê PYD`ê Fadil El-Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Em pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest ji destkeftiyên şoreşê bernadin, em bi QSD`ê re mertalên zindî yên parastinê bin. Were xwestin em ê di vê rêya de canê xwe feda bikin."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Mihêdî El-Dexîm axivî û da zanîn ku artêşa Tirk bi van êrişan dixwaze demografiya herêmê biguhere û bi erêkirina Rûsya van herêman tev li xaka xwe bike.

Mihêdî El-Dexîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi maf û erêkên xwe yên parastina rewa ya xaka xwe ve girêdayî ne.

Ji aliyê xwe ve Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şedadê Mihemed El-Xilêf jî wiha got:"Sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Bakurê Sûriyê pêk tînin, planek ji planên Rûsyayê da ku parastina berjewendiyên xwe yên li herêmê bike."

Di dawiyê de Mihemed El-Xilêf bang li Rûsya kir ku dawî li şûcên li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyê bîne û got: "Heger vê yekê ne garantor e."

(eh)

ANHA