​​​​​​​'Bûyerên li Başûr bandoreke neyinî li kurdan dikin'

Nûnerekî KNK`ê li Rojava diyar kir ku nakokî û bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin bandoreke neyinî li gelê Kurd dikin, her wiha bang li aliyên ku ketine bin bandora dewleta Tirk kir ku xetên qalind derbas nekin.

​​​​​​​'Bûyerên li Başûr bandoreke neyinî li kurdan dikin'
7 kanûn, 2020   04:14
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Li Başûrê Kurdistanê girêdayî çarenûsa tevahî gelê Kurd, geşedanên girîng diqewimin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê baregehên leşkerî ava dike, her wiha rê dide dewleta Tirk a dagirker ku li wan herêman bi cih bibe. PDK` bi wê yekê dixwaze herêmên gerîla dorpêç bike.

Ji bo pêşîgirtina nakokiyên di navbera aliyên kurdî de, Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK) piştî bûyerên li Başûr rû dane bang li hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku civînekê li dar bixin. Hemû hêz û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn, ji bilî PDK`ê ku guh neda bangawaziyên KNK`ê.

Derdorên siyasî dibînin ku neqûlkirina PDK`ê ji vexwendina KNK`ê re, dê alozî û bûyerên germtir bi xwe re bîne û dê ew yek bandore li yekitiya tevahî gelê Kurd bike.

NAKOKIYÊN LI BAŞÛR BANDORÊ LI KURDAN DIKIN

Ji nûnerên KNK`ê li Rojava Silêman Hac Elî ji ANHA'yê re diyar kir ku bûyer û nankokiyên ku dem dem li Başûrê Kurdistanê derdikevin, bandoreke neyinî li gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dike û wiha got: "Geşedanên li Başûrê Kurdistanê ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd in. Çiqasî gelê Kurd lawaz bibe, ewqasî dijminên Kurdan bi hêz dibin."

Elî wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê hêz û partiyên siyasî yên kurdî pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê ne bi hêzê, çareser bikin."

DIJMIN XALÊN LAWAZIYÎ BI KAR TÎNE

Hac Elî bang li partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kir ku pirsgirêkan di navbera xwe de dernexin û hişyar bin û got: "Dijminên kurdan li xalên lawaz ên di partiyên kurdan de digerin û hemû xalên lawaziyê yan valahiyên di partiyên siyasî de bi kar tînin, da ku xwe bi hêz bikin û êrişî ceografiya Kurdistanê bikin."

LI AJANAN DIGERIN

Silêman Hac Elî destnîşan kir ku dijminên gelê kurd her tim hewl didin di nava partiyên siyasî de ajanan bi cih bikin da ku destkeftiyên gelê Kurd tune bikin. Her wiha diyar kir ku êrişên dawiyê yên li ser Şengalê wekî fermana 74`an li dijî gelê êzidî bû û wiha got: "Piştî êrişên 2014`an mafê êzidiyan heye ku wekî hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê, rêveberiya xweser a wan jî hebe."

Hac Elî destnîşan kir ku divê hêz û partiyên siyasî zanibin ku heke êzidî nikarî xwe bi rêve bibe û rê da hêzên derve ku wan bi rêve bibe, dê gelê Kurd herêma Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser li Rojava jî ji dest bide.

Hac Elî her wiha diyar kir ku dewleta Tirk dijmina yekemîn ê hemû Kurdan e bê cudahî û divê hin aliyên siyasî ku her tim dikevin bin bandora dewleta Tirk, hişyar bin û zanibin ku bi wê yekê ew partiyên kurdî ji hev dixin û wan lawaz dikin û wiha domand: "Divê Kurd zanibin ku berjewendiyên wan li ku derê ne û li hemberî dijmin yekrêziya xwe ava bikin."

DIVÊ XETÊN QALIND DERBAS NEKIN

Girêdayî kongreya nîştimanî ya Kurdistanê jî, Hac Elî da zanîn ku divê partiyên siyasî alîkariyê bidin xebatên lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanê û got: "Tiştekî ji rêzê ye ku her partiyek xwedî têkiliyên derve be, lê belê divê ew têkilî bandorê li doza kurdî nekin. Divê xetên qalind derbas nekin."

LIDARNEKETINA KONGREYÊ NE DI BERJEWENDIYÊN KURDAN DE YE

Nûnerê KNK`ê li Rojava Silêman Hac Elî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî kir ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û dûrî şerê kurdî-kurdî bikevin û wiha got: "Ew yek nakeve berjewendiyên kurdan, lê belê xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd dike."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2URk1Mc9m0s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>