Li Efrînê sûcên şer didomin: Di mehekê de 13 girên dîrokî hatin wêrankirin

Li kantona Efrîn a dagirkirî sûcên şer bê navber didomin. Hêzên dagirker di Mijdara borî de 13 girên dîrokî wêran û talan kirin.

Li Efrînê sûcên şer didomin: Di mehekê de 13 girên dîrokî hatin wêrankirin
7 kanûn, 2020   00:36
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de, artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên şer pêk tîne, sivîlan direvîne û şûnwaran hildiweşîne.

Li gorî pîvanên navneteweyî dizîkirina şûnwaran sûcekî şer e, lê civaka navneteweyî li hemberî sûcên artêşa Tirk ên li kantona Efrîn a dagirkirî bê deng e û qanûnên xwe vala derdixîne.

Di qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina şûnwarên dîrokî de gelek pîvan hene, ji van pîvanan; divê şûnwar û tiştên derdorê neyên hilweşandin, talankirin, dizî û xerabkirina şûnwaran qedexe ye, şûnwarên têne veguhazandin nabe werin desteserkirin, pêşî li tedbîrên tolhildana ji şûnwaran were girtin, nabe dewleta dagirker nêzî van şûnwaran bibin, mafê dewleta dagirkirî heye ku şûnwarên xwe biparêze û karên xwe li deverên dîrokî berdewam bike û nabe dagirker astengiyan jê re derxînin.

Li gorî qanûnên cezayan ên navneteweyî, peymana Lahay a 1954`an û peymana Cinêvê û Protokolên wê talankirin, dizî û wêrankirin û veguhestina deverên dîrokî sûcên şer in.

Gerînendeyiya Şûnwaran a Herêma Efrînê piştrast kir ku di meha Mijdarê derbasbûyî de, artêşa Tirk û çeteyên xwe 13 girên dîrokî dizîn û bi alavên giran kolandin.

Têkildarî mijarê Endamê Gerînendeyê Şûnwaran ê Herêma Efrînê Selah Sîno got: "Li gorî belgeyên me di Mijdara îsal de li kantona Efrînê 13 girên dîrokî hatin wêrankirin. Belgeyên me xwe dispêrên wêneyên ku bi rêya peykê hatine kişandin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin ku tu kes nêzî deverên ku bi alavên giran têne kolandin û wêrankirin."

Gerînendetiyê diyar kir ku girên hatine dizîn û kolandin ev in; Girê Şêx Abdurehman, girê gundê Îska, girê Firaq ê li gundê Firêriyê yê girêdayî Cindirêsê, girê Keşor ê li gundê Sorkê, girê Hisên Nasir ê li gundê Qerebaba yê girêdayî Raco, her wiha li navenda Efrînê jî, girê Comkê, girê gundê Bîbarê, girê gundê Til Tewîl, girê gundê Maratê, girê gundê Kefer Rûmê, girên Bîra Avrazê û gundê Xazyana yên girêdayî Mabata û girê Eboş ê girêdayî gundê Gemrûkê.

Selah Sîno destnîşan kir ku armanca dizî û xirabkirina deverên dîrokî ew ku dîroka Efrînê ji holê rakin û di heman demê de li herêmê guhartina demografiyê çêkin.

Endamê Gerînendeyê Şûnwaran ê Herêma Efrînê Selah Sîno di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên peywendîdar kir, şûnwarên Efrînê ji xirabkirin û talankirinê biparêzin.

(eh)

ANHA