Artêşa Tirk gelek şêniyên ji gundên Basûfan û Kibêşînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Basûfan û Kibêşîn ên li naçveya Şêrawayê gelek şênî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Artêşa Tirk gelek şêniyên ji gundên Basûfan û Kibêşînê revandin
7 kanûn, 2020   10:38
HELEB

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser malên gundê Basûfan ê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê de girtin û gelek şênî revand.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku dagirkeriyê bi awayekî hovane şênî revandin.

Heta niha çaranûsa kesên revandî ne diyar e.

Beriya ku artêşa Tirka dagirker di 18`ê Adara 2018`an de kantona Efrînê dagir bike, piraniya niştecîhên gundê Basûfan Êzidî bûn. Lê artêşa Tirk demografiya gund guhert, ji ber wê êzidî neçar man ji gund derkevin.

Têkildarî heman mijarê çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên ku li gundê Basûfanê bi cih bûne, di 5`ê Kanûnê de  gelek şêniyên gundê Kibêşîn ê navçeya Şêrawayê revandin.

Navên kesên revandî wiha ne: Elî Kazim Elî (22), Basil Mamed Hisên (22), Samêr Mamed Hisên (35) û Ehmed Hindî Hindî (32).

Çaranûsa wan jî heta niha ne diyar e.

(şx)

ANHA