Xelkê Başûrê Kurdistanê agir bi şaxa PDK’ê xist

Îro êvarê xelkê herêma Pîremegrûn ya girêdayî bajarê Silêmanî li hemberî kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şaxa wê ya li Pîremegrûnê da ber agir.

Xelkê Başûrê Kurdistanê agir bi şaxa PDK’ê xist
6 kanûn, 2020   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê xelkê herêma Pîremegrûn ya girêdayî bajarê Silêmanî ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî kiryarên PDK’ê şaxa wê ya li Pîremegrûn da ber agir.

Di demên dawî de PDK’ê dest bi propagandaya reşkirinê ya li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye û hewl dide şerê navxweyî derxîne ku bûye sedema nerazîbûnên gel. Gelê Kurd û bi taybetî yê Başûrê Kurdistanê PDK’ê bi wê yekê tawanbar dike ku li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker ketiye nava hewldanê derxistina şerê navxweyî.

Îro gel bi şewitandina şaxa PDK’ê ya li Pîremegrûn da xuyakirin ji ber ku bûye sedema hejariyê gel PDK’ê naxwaze.

Çavkanî: ANF