Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê

Endamê Parlamentoya Belcîkayê George Dalmani dema serdana kampa Weşokanî kir, diyar kir ku ew ji serdanê armanc dikin ku peyama şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin hikumeta Belcîkayê û Yekitiya Eworpayê (YE).

Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
Şandeya Belcîkayê ji koçberên Serêkaniyê re: Em ê nameya we bighînin YE`yê
6 kanûn, 2020   13:01
HESEKÊ

Şandeya Belcîkayê serdana Kampa Weşokanî kir a ku bi hezaran koçberên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê yên ku ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ji salekê ve reviyane, hemêz dike.

Şande ji her du endamên Parlamentoya Belcîkayê George Dalmani û Philip Fanstatekiste, Gerînendeyê Weqfa Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Kuayin Mastu, Seroka Rêveber a Şîrketa Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo pêk hat.

Berpirsê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhat Elî, hevseroka Kampa Weşokanî Stêra Reşik û hevserokê meclisa şêniyên Serêkaniyê Eladîn Cemîl, şandeya Belcîkayê pêşwazî kir.

Di serdanê de şande bi rêveberiya kampê re civiya. Di destpêka civînê de berpirsê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhat Elî axivî û got: “Kampa Weşokanî bi destek û alîkariya Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên kêm hate avakirin û tu rêxistineke navneteweyî yan jî mirovî alîkarî nekir.”

Elî wiha domand: “Koçberên Weşokanî li rex Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Lê rêxistinên navneteweyî alîkariya wan nekir.”

Elî di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku li kampên Hol û Roj bi hezaran zarok û jinên DAIŞ`î hene, zêdetirî 34 rêxistinên navneteweyî û mirovî ji wan re alîkariyan pêşkêş dikin û wiha pê de çû: "Lê li kampên Weşokanî û Serêkaniyê yên ku bi hezaran koçberên ku ji hovîtiya dagirkera Tirk revîne, tu rêxistineke mirovî tune ye."

Rojhat bal kişand ser zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên koçberên kampên Serêkaniyê û Weşokanî dikişîne û wiha pê de çû: “Ji aliyê tenduristî ve, gelek kêmasî hene. Nexasim piştî belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêxistinên mirovî tu destek an jî piştgirî di vî warî de pêşkêş nekirin.”

Elî di dawiya axaftina xwe de daxwaza koçberên a vegera warên xwe piştî derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi bîr xist.

George Dalmani behsa armanca serdanê kir û got: “Armanca me ew e ku em peyama şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan bighînin hikumeta Belcîkayê û YE`yê. Em her tim hewl didin raya giştî ya cîhanê bi guherin, ji bo ku bilive û alîkariya we bike.”

Piştre şandeyê ji bo ku rewşa koçberan ji nêz ve nas bike, azar û daxwazên wan guherdar bike, serdana hinek konên koçberan kir.

Şandeya Belcîkayê di 4`ê Kanûnê de tevî nûnerên hinek saziyên civaka sivîl ên Belcîkayê gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(şx)

ANHA