'Armanca şerê taybet, têkbirina rihê berxwedana gelê heremê ye'

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: "Dewleta Tirk bi armanca tirsandina gel û têkbirina berxwedana wê şerekî derûnî dimeşîne."

'Armanca şerê taybet, têkbirina rihê berxwedana gelê heremê ye'
6 kanûn, 2020   12:33
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şêweyên şer bi kar tîne. Li gel êrişên leşkerî şerê taybet û derûnî pêk tîne. Pisporên girêdayî vê yekê diyar dikin ku şerê taybet rêbazekî piştevaniya şerê leşkerî ye û ji bo şikandina vîna gel û bêbaweriya bi berxwedanê tê meşandin. Şerê taybet bi rêya belavkirina agahiyên çewt û propagandayan tê kirin, armanc jê ew e ku gel bitirse û bê moral bimîne.

Der barê vê yekê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û got ku di dîrokê de eşkere dibe ku împratoriya Osmanî xwe li ser êriş û qirkirina gelan mîna qirkirina ermenan ava kir.

Hec Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê taybet bi kar tîne, da ku gelê Kurd di sedsala 21’an de qir bike û êrişên wê yên li ser herêmê vê yekê nîşan dike. Hec Îsa wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide bala gelê li Tirkiyê ji ser pirsgirêkên hundirîn bikişîne derve, di heman demê de di hundirê Tirkiyê de alozî, pisrgirêkên siyasî û aborî hene, ji ber nêzîkatiyên wê yên dijminahî di nava dewletên cîran û civaka navneteweyî de hatiye tecrîdkirin."

Bekir Hec Îsa îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi armanca derbekirina Rêveberiya Xweser û kêmkirina pêbaweriya li wê li Rojava hewl dide gelê Kurd qir bike û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya belavkirina fîtne û dijminahiyê di navbera aliyên kurdî de, belavkirina ajanên îstîxbaratî û nûçeyên derew gelê Kurd qir bike."

Hec îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk dibîne ku Rêveberiya Xweser maf û destkeftiyên gelê Kurd misoger dike, ji ber vê yekê bi rêya belavkirina fîtne û nakokiyên di navbera hêzên leşkerî û gel de şerê taybet dimeşîne.

Dewleta Tirk a ku gelek herêm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine û rojane sûcên dermirovê pêk tîne, niha jî gefên êrişên leşkerî û dagirkirina din dixwe.

Hec Îsa da zanîn ku dewleta Tirk dixwaza tiresê bixe nava gel, da ku rihê baweriyê li gel wê bişikîne û wiga pê de çû: "Lê belê gelê me ji van lîstokan hişyar e û bandore li wê nake."

Bekir Hec Îsa axivî û got, Erdogan gelê Kurd di navbera baş û nebaş de wesif dike û wiha domand: "Li gorî nêrîna dewleta Tirk, kurdên baş hene ew in ên ku li hember wê têk çûne. Lê belê kurdên alê berxwedanê bilind dikin û dikarin mafên gelê Kurd li cîhanê misoger bikin, ew ne baş in."

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa di dawiyê de destnîşan kir ku bi saya destkeftiyên ku bi keda şehîdan pêk hatiye de, dê mafên gelê Kurd misoger bibin û pêwîst e tevahî kedê ji bo parastina destkeftiyên şoreş, piştgirî û hembêzkirina hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser, bide.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/NGYpcIuxc0o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>