HRE`yê li Efrînê derbeyeke giran li artêşa Tirk xist; kuştî û birîndar hene

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) bi çalakiyekê li Efrînê derbeyeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist û di encama çalakiyê de, 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

HRE`yê li Efrînê derbeyeke giran li artêşa Tirk xist; kuştî û birîndar hene
HRE`yê li Efrînê derbeyeke giran li artêşa Tirk xist; kuştî û birîndar hene
HRE`yê li Efrînê derbeyeke giran li artêşa Tirk xist; kuştî û birîndar hene
6 kanûn, 2020   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, HRE`yê got: "Dewleta Tirk a dagirker ku di dîroka xwe de her tim nûnertiya çanda qirkirin, asîmilasyon û pêkanînên dermirovahî li hemberî gelan kiriye, îro jî bi hemû qirêjiya xwe qirkirin û asîmilasyonê li ser gelê me ferz dike. Di wan pêkanînên xwe de bêyî ku cudahî bixe navberê, jin, zarok, ixtiyar hemû beşên civakê dike hedef."

HRE`yê anî ziman ku dewleta faşîst ku par di meha Kanûnê de li Til Rifatê zarokan qetil kiribû, îro jî bi heman şêwazê li ser gelê herêmê qetliaman dimeşîne, bûyera ku herî dawî li gundê Kîmarê hatibû jiyankirin jî mînakek vê yekê ye û wiha domand: "Ji bo tolhildan û bersivdayîna wan pêkanînên dermirovahî hêzên me çalakiyên xwe berdewam dikin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de, HRE`yê bal kişand ser çalakiyên ku hêzên wan li dijî hêzên dagirker kirine û ev agahî parve kirin: "Di roja 3`yê Kanûnê di saetên ber bi sibê de, hêzên me li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 1 MPT-76, rextê wê, 1 termal, 1 bêtêl û 1 telefon hatin bidestxistin.

Di roja 4`ê Kanûnê li herêma Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn."

HRE`yê di dawiya daxuyaniyê de, piştrast kir ku li hember pêkanînên dermirovahî ya dewleta Tirk yê ku li ser gelê wan dimeşîne, çalakiyên wan ên tolhildanê wê berdewam bikin.

(kc)