Ji ber topbarana artêşa Tirk li gundên Şêrawayê zirar gihîşt mal û milkên sivîlan

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şevê din gundên navçeya Şêrawayê topbaran kir û di encamê de, zirar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Ji ber topbarana artêşa Tirk li gundên Şêrawayê zirar gihîşt mal û milkên sivîlan
6 kanûn, 2020   09:39
EFRÎN

Di dîmenê ku li gundên Qenterê û Meyasê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hatine kişandin de, asta zirara topbaranê li ser mal û milkên sivîlan diyar dibe. Balkêş e ku heta cihên olî jî ji topbarana hêzên dagirker nefilitin.

Rojane gund û navçeyên kantona Şehba û Efrînê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZBXHR8fl8Zo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>