Dewleta Tirk sewqiyetên leşkerî ber bi Sûriyê ve dewam dike

Şeva din, artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 wesayit û kamyonên leşkerî û lojîstîkê di dergeha Kefer Lûsîn ê sînorî bi Lîwa Iskenderon re derbasî bakurê Idlibê kir.

Dewleta Tirk sewqiyetên leşkerî ber bi Sûriyê ve dewam dike
6 kanûn, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker di dergeha Kefer Lûsîn ê sînorî bi Lîwa Iskenderon re, derbasî bakurê Idilbê bû.

Li gorî SOHR`ê, artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 wesayit û kamyonên bi leşkerî û lojîstîkê barkirî derbasî nuqteyên çavdêriyê yên li herêma "Bê çek" kir.

Ji destpêkirina agirbestê ve, artêşa Tirk a dagirker nêzî 7 hezar û 560 wesayitên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê kiriye.

 (cx)