Li cîhanê zêdetirî 65 milyon kes bi koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 65 milyon û 508 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û milyonek û 515 hezar kes jiyana xwe ji dest daye.

Li cîhanê zêdetirî 65 milyon kes bi koronayê ketine
5 kanûn, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî danyên cîhanî yên ku li ser marpela Reuters îro hatin eşkerekirin, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê sala borî de, li seranserî cîhanê zêdetirî 65 milyon û 508 kes bi koronayê ketine û milyonek û 515 hezar kes mirine.

DYA`yê welatê ku herî zêde korona lê belav bûye, piştre di rêjeya duyemîn de Brazil, Hindistan, Rûsya û Italya tê.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên bi koronayê mirine Amerîkayê di rêza yekê de ye, piştre Italya, Meksîko, Brazil û Rûsya tê.

(dm)