Serpêhatiya ciwanekî Efrînê ku di sal û nîvekê de rastî êşkenceyê dihat

Mîna gelek şêniyên Efrînê, ciwanê bi navê (M.E) xwest li mala xwe bimîne, lê ne dizanî ku dê zêdeyî salekê di hurceyên dagirkeran de were êşkencekirin.

Serpêhatiya ciwanekî Efrînê ku di sal û nîvekê de rastî êşkenceyê dihat
5 kanûn, 2020   08:29
HELEB

Ciwanek ku ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê xwe xilas dike, behsa serpêhatiya xwe ya bi êş û sûcên dagirkeran ên li dijî sivîlan dike.

(M.E) ji Efrînê ye û ji bo ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike. Serpêhatiya (M.E) 20 roj piştî dagirkirina Efrînê û girtina çeteyên Cebha Şamiya ser mala wî, dest pê dike.

Piştî derbasbûna 20 rojan li ser dagirkirina bajarê Efrînê, çeteyên Cebha Şamiyê bi 3 erebeyên ku bi çekên giran bar kiribûn, êrişî mala (M.E) dikin û wî digirin. Girtina (M.E) ne ji rêzê bû, lê di mala wî de lê didin û wî êşkene dikin, her wiha çavên wî digirin û sewqî "Beşê ewlehiyê" dikin û du rojan di êşkenceyê re derbas dibe.

GIRTINA BÊ SÛC

Piştî du rojan di bin êşkenceyê de, çete dest bi lêpirsînê bi (M.E) re dikin û ji bo serbestberdana wî şertê dana pere an jî zêran datînin pêşiya wî. Lê ne pere û ne jî zêr pê re hene.

(M.E) dibêje ku 6 çeteyan nobeta lêdan û êşkencekirina wî girtibû û ji wan çeteyan navê "Ebû Abdullah, Ebû Nimir, Ebdu û Ebû Osman” bi bîr tîne.

Li gorî (M.E), ew 18 rojan di lêpirsînê de dimîne, di wan rojan de rojane zêdeyî 3 caran bi her cûreyên êşkenceyê, şewitandin, lêdana bi kabilan û bilingo tê êşkencekirin.

(M.E) destnîşan dike ku ew bi tawana ku dan û standinên wî bi Rêveberiya Xweser re hene, hate girtin da ku fidyeyê jê bixwazin. Her wiha dibêje ku çeteyan mîlyon lîreyên sûrî û tiştên giranbuha yên li cem wî mîna zêran xwestin.

(M.E) 4 rojan tenê di hucreyekê de dimîne û ji bilî parçeyek nanê tisî tu xwarinê nadin wî.

'ZÊDEYÎ 400 CIWAN Û 40 JIN GIRTÎ NE'

Li gorî (M.E), dema digihêje dadgehê rojane tenê saetekê lêpirsînê pê re dikin, li wir derdora 400 xort û 40 jinên girtî dibîne. (M.E) diyar dike ku di nav girtiyan de kesên 70 û 80 salî hebûn û dihatin êşkencekirin.

(M.E) ê 4 meh û nîvekê lêpirsînê derbas dike, tiştên ku di girtîgeha Dadgeha Efrînê de dibîne wiha parve dike "Çete her 15 rojan bi jinan re lêpirsîn dikirin û di lêpirsînê de li wan didan. Me di pencereya hucreyê de dinêrî, me dît çawa çete jinên revandine saetên di navbera 3 û 4 ê sehara de dibirin û piştî du saetan ew vedigerandin hucreyê."

'DI GIRTÎGEHA NAVENDÎ YA EFRÎNÊ DE ZAROK JÎ HEBÛN'

Piştî derbasbûna 4 meh û nîvekê li ser girtina (M.E), çeteyên Cebha Şamiyê wî sewqî girtîgeha navendî ya li gundê Morotê ya navenda bajarê Efrînê dikin.

(M.E) dibêje ku wî di girtîgeha navendî ya Efrînê de zarokên temen salek û jor de dîtin û wiha domand: "Di girtîgehê de min malbatek dît ku ji dayik û bavê û zarokekî biçûk û ciwan pêk dihat."

(M.E) destnîşan dike ku zêdeyî 800 xort û derdora 60 jin di girtîgeha navendî ya Efrînê de hene.

Dema lêpirsînê ya bi (M.E) re 8 mehan dewam dike, piştre dadgehê biryara 3 salan girtin û dana du mîlyon lîreyên sûrî lê dibirin.

(M.E) sal û nîvekê di girtîgeha Navendî ya Efrînê de dimîne û li beramberî fiyeyê tê berdan.

Her wiha piştî dana 100 dolarî ji Efrînê derdikeve û xwe digihîne cihekî ewle.

(bb)

ANHA