'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'

Şandeya Belçîkayê û MSD'ê rewşa herêmê, aloziya Sûriyê û rêbazên çareserkirinê projeya Rêveberiya Xweser, dosyayên DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan nîqaş kirin. Cîhad Omer got: "Şandeyê ji aliyê xwe ve got ku ew amade ye ji aliyê siyasî ve, di warê dosyaya darizandina DAIŞ û malbatên çeteyan de alîkariya herêmê bikin."

'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'
'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'
'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'
'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'
'Belçîka bo darizandina DAIŞ'iyan dê destekê bide'
4 kanûn, 2020   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Belçîkayê ya ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê li bajarê Qamişloyê bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiya.

Ji aliyê MSD'ê ve Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Hikmet Hebîb û hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Omer û endama Meclisa Serokatî ya MSD'ê Îlham Metlî amade bûn.

Herdu aliyan, mijarên girêdayî aloziya Sûriyê û rêbazên çareserkirin, nûnertiya Rêveberiya Xweser di pêşeroja herêmê de, dosyaya DAIŞ'yên girtî û malbatên wan, mekanîzmeya piştgiriya herêmê û rêbazên tevkeriya herdu aliyan di pêşerojê de nîqaş kirin.

Têkildarî nîqaşên ku di civînê de pêk hatin, Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Omer ji ANHA'yê re axivî. Omer got: "Me çalakî û xebatên MSD'ê yên li herêmê, bi taybet komxebatên ku pêk anîne û Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê, armanc û sedemên wê ji şandeyê re şîrove kirin."

Omer her wiha destnîşan kir ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî, mekanîzmeya çareseriyê ya ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike, mijara Cinêv û asta bandoriya wê li herêmê kirin hatin nîqaşkirin û got: "Şandeyê ji aliyê xwe ve got ku ew amade ye ji aliyê siyasî ve, dosyaya darizandina DAIŞ û malbatên çeteyan alîkariya herêmê bikin."

Cîhad Omer bi domdarî got: "Me teqezî kir ku gerek e nûnertiya dîplomatîk a Belçîka li herêmê hebe. Me destnîşan kir ku heger xebateke wiha ya dîplomatîk hebe wê alî, hêz û rêxistinên din jî teşwîq bike ku gavên wiha bavêjin, bi vî rengî wê peywendiya navbera me û wan zêde bibe."

Omer destnîşan kir ku wan projeya Rêveberiya Xweser bi şandeyê re dane naskirin ku "Bibe mînaka herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê û li gelemperiya Sûriyê were pêkanîn da ku Sûriyê ber bi nenavendîbûn, demokrasîyê ve bibe."

Cîhad Omer anî ziman ku nêrîn û proje ji bo herêmê li gel şandeya Belçîkayê hebûn û got: "Ev nêrîn girêdayî alîkarî, domandina destekdayînê, bi taybet dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ'ê bûn. Nêrîna wan a di vê derbarê de baş bû. Wekî MSD'ê em baş dinirxînin. Em ê vê mijarê bi Rêveberiya Xweser û aliyên dozgeriyê nîqaş bikin. Em dibînin ku wê gaveke baş be û em bi hêvî ne ku di demeke nêzî de encamên wê bibînin."

ANHA