​​​​​​​Malbatên girtiyan banga piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê kir

Malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin zarokên wan ên girtî û li hemberî siyaseta çewisandina ya rejîma Tirk bisekinin.

​​​​​​​Malbatên girtiyan banga piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê kir
5 kanûn, 2020   03:28
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Desthilata Tirkiyê bi hinceta ku vîrusa Koronayê berbelav  e, di hin raporan de diyar dike, ku divê girtiyên siyasî di girtîgehan de bimînin û bi vê yekê rêzesûcan li dijî girtiyên siyasî berdewam dike.

Girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk, ji 27`ê Mijdarê ve bi awayekî nobetdar dest bi pêngava greva birçîbûnê kirin. Bi sedan girtî tev li pêngavê bûn.

Bavê girtiyê siyasî yê bi navê Idrîs Hesen (Salih Kendal ê 50 salî ye) Abdulrehman Hesen (67) pêngava girtiyan silav kir.

Salih Kendal sala 1996`an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hate girtin, paşê desthilata Tirk  ew birin girtîgeha Albistan a navçeya Maraşê. Kendal niha di greva birçîbûnê de ye.

Idrîs Hesen da zanîn ku siyaseta ku dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî dide meşandin, ne ji bo parastina wan ji vîrusa Koronayê ye û got: "Ev îdia ye, dixwaze girtiyan ji civaka kurdî qut bike û dengê wan bisekinîn. Ev ne çareserî ye em vê red dikin."

Idrîs Hesen bang li rêxistinên mafên mirovan kir, ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî girtiyên siyasî helwesteke cidî nîşan bide û  wiha axaftina xwe dewam kir:"Dewleta Tirk mafên girtiyên siyasî binpê dike, ji ber vê em vê siyasetê nepejirînin û bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku  hişyar bin û bizanibin ku Tirkiye dixwaze nasname û mafên Kurdan biçewisîne û vîna wan bişkîne."

Idrîs Hesen banga destekdayîna ji têkoşeran re kir û wiha bi dawî kir: "Divê bi rêya lêdarxistina çalakiyan û daketina qadan piştgirî bi têkoşeran re were in. Em dengê xwe bidin dengê girtiyên ku ji bo mafên xwe û mafên gelê xwe li hemberî dijmin li ber xwe didin."

Bavê girtiyê siyasî Ellaa Xelîl ê 30 salî, Feysel Xelîl ê ji beriya 5 salan ve ji aliyê desthilata Tirk ve girtî ye siyasetên desthilata Tirk ên li dijî girtiyên siyasî şermezar kirin.

Feysel  Xelîl bang kir ku pêwîste gelê Kurd û Kurdistanê piştgirî bibdin girtiyên berxwedêr "Divê gel dengên xwe tev li dengên girtiyan bikin û li dijî Tirkiyê çalakiyan li dar bixin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VUpNr1sYbgs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>