'Bersiva tekane ya li dijî êrişên Tirkiyê xurtkirina pergala parastinê ye'

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîma Hemo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: " Ji bo şikandina êrişan hevgirtina pêkhateyan û xurtkirina pergala parastinê  pêwîst in."

'Bersiva tekane ya li dijî êrişên Tirkiyê xurtkirina pergala parastinê ye'
5 kanûn, 2020   01:09
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî domdar êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike nexasim herêmên di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Til Temirê de.

Dewleta Tirk a dagiker tevî lihevkirina agirbestê ya bi Rûsyayê garantor re, rojane êrişîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Rûsya jî ji ber ku rola xwe wek dewleteke garantor nîne cih, tê rexnekirin.

Derbarê mijarê de endama Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fehîma Hemo got: “Ev êriş ne nû ne, dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrişî herêmê dike û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî hewl dide demokratiya li herêmê têk bibe.”

Fehîma destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û demografiya wê biguhere.

Her wiha Fehîma da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze rêya M4 ya navneteweyî ya ku digihêje Idlibê jî kontrol bike.

Endama serokatiya MSD`ê Rûsya rexne kir û got: “Bêdengiya Rûsya ya li hemberî topbarana dewleta Tirk a li dijî sivîlan, tê wateya ku wê kuştina sivîlan qebûl kiriye. Rûsya berpirsê sûcên li dijî sivîlan e. Ji ber ku ji erka wê ye rê li pêşiya sûcên dagirkera Tirk bigire.”

Fehîma Hemo wiha domand: “Em pişta xwe nadin Rûsyayê. Rûsya li Efrînê jî garantor bû, lê dema pêwîst vekişiya.”

Fehîma Hemo bang li Rûsyayê kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên li dijî axa Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Endama serokatiya MSD`ê di berdewama gotinên xwe de hişyarî ji planên mêtîngerî yên dewleta Tirk da û wiha pê de çû: “Heke rê li pêşiya dewleta Tirk nehat girtin, êrişên wê dê bigihêjin herêmên li Iraqê mîna Mûsil, Kerkûk û Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Artêşa Tirk ji bo ku asta êrişên xwe li dijî herêmên Bakurû Rojhilatê Sûriyê zêde bike, dema veguhestina serokatiya Amerîkayê bi kar tîne.” 

Fehîma Hemo ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk girîngiya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina pergala parastinê destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe “Bersiva êrişên dewleta Tirk hevgirtina şêniyên herêmê, yekitî û xurtkirina pergala parastinê di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de  ye. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan ji aloziyên xwe yên hundirîn direve.”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîma Hemo di dawiyê de got: “Armanca me bi dawîkirina tevahiya cureyên dagirkirinê ye bi taybet dagirkeriya Tirk.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ch3BkzGcVkA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>