Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Helebê ji bo xurtkirina behreyên zarokan pêşengeha wêneyên zarokan vekir.

Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan
Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan
Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan
Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan
Li Helebê pêşengeha tabloyên zarokên şehîdan
3 kanûn, 2020   11:35
HELEB

Pêşengeh li baxçeya Kulîlkên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin. Derdora 99 tabloyên ku 50 zarokên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xêz kirine hatine pêşendan.

Di vekirina pêşengehê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rûşîn Musa axivî û piştrast kir ku divê pêşeroja zarokan were dabînkirin. Her wiha Rûşîn bi bîr xist ku Meclisa Malbatên Şehîdan hewl dide desteka zarokên şehîdan bike û bi wan re eleqedar bin.

Paşê zarokên şehîdan, deriyê pêşengehê vekir.

Zarokan di tabloyên xwe de mijarên mîna pêwîstiya xwendin, parastina tenduristiyê, alên Yekîneyên Paratina Gel (YPG-YPJ) û Meclisa Malbatên şehîdan xêz kirine.

Di dawiya pêşengehê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

(şx)

ANHA