Partiyên li Tirkiyê êrişî Erdogan kir

Piştî Erdogan ji sedî 10 ji borsa Stenbolê firot Qeterê, da ku aboriya xwe rizgar kir, partî û blokên siyasî yên li Tirkiye êrişî Erdogan kir û ew bi xiyanetê tewanbar kirin.

Partiyên li Tirkiyê êrişî Erdogan kir
3 kanûn, 2020   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiye ji bo pirsgirêka aboriya welat çareser bike, ji sedî 10 ji borsa Stenbolê firot Qeterê. Têkildarî mijarê Serokê Partiya Pêşeroja Tirkiyê Ahmet Davutoğlu êrişî Erdogan kir û Erdogan wekî xaniyê amanet û baweriyê bi nav kir.

Ahmet Davutoğlu di daxuyaniyên xwe de got ku ev yek nayê nixumandin birêz Erdogan, ev welat ne milk û bazara te yên taybet in.

Endamên AKP û MHP`ê yên di parlamentoya Tirkiyê de, pêşniyara CHP`ê ya vekirina lêpirsînê der barê firotina borsa ji Enqereyê re, red kirin.

Her wiha Cîgirê Serokê Bloka parlamentoyê ya CHP`ê Angen Ozkuch kiryarên hikumeta Tirkiye rexne kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed beriya çend rojan serdana Enqereyê kiribû, da ku bi Recep Teyyîp Erdogan re civîna Komîteya Stratejîk a Bilind a Qeterê-Tirkiyê bi rê ve bibe.

(eh)