Macron: Ez ê vegerim Lubnanê da ku zextê li çîna siyasî bikim

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku Fransa piştgiriya gelê Lubnanê dike, her wiha destnîşan kir ku pêwîst e guhertin çêbibin. Macron diyar kir ku ji bo ku zextê li çîna siyasî ya Lubnanê bike dê biçe Lubnanê.

Macron: Ez ê vegerim Lubnanê da ku zextê li çîna siyasî bikim
3 kanûn, 2020   11:25
 BEYRÛT

Serokê Fransayê Immanuel Macron di duyemîn kongreya navneteweyî ji bo piştgiriya gelê Lubnanê de got: “Ez dev ji pêkanîna guhertinan û lêpirsînên girêdyaî teqîna bendera Beyrûtê, bernadim. Ez ê vê mehê vegerim Lubnanê da ku zextê li çîna siyasî bikim.”

Macron wiha domand: “Ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji Lubnanê re, tê payîn sindoqek were avakirin. Banka navneteweyî dê vê sindoqê bi rêve bibe.”

Gerînendeya Sindoqa Diravî ya Navneteweyî Kristalina Georgieva got divê sindoq alîkariya Lubnanê bike da ku guhertinên pêwîst çêbike.

 (şx)