​​​​​​​Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin

Parêzer Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
3 kanûn, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan  Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’yê Îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku rêber Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi rêber Ocalan re qedexe kiribû.

(cx)