Xwepêşandanên li Silêmaniyê di roja duyemîn de ye

Li dijî nedayîna mûçe, rewşa jiyanî ya xerab û gendeliyê xwepêşandanên li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de dewam dikin.

Xwepêşandanên li Silêmaniyê di roja duyemîn de ye
3 kanûn, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, bi dirûşmeyên "Birûxî diz"û "Diz, diz desthilat kanî dahata welat"û "Barzanî û Talebanî endazyarê talanî"ev du roj in li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê mamosta, karmend û welatî li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab, gendelî û sîstema hikûmraniyê xwepêşandanan li dar dixin.

Polîs û endamên asayîşê li derdorê xwepêşandêran bi cih bûne û nahêlin ku rojnameger xwepêşandanê bişopînin.

(cx)

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/6EfvoqhYmtk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>