Washington hejmara dîplomatên xwe li Iraqê kêm kir

Rêveberiya Trump hejmara dîplomatên amerîkî û iraqî yên ku di balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê de û di saziyên dîplomasî yên din de li Iraqê kar dikin, kêm kirin.

Washington hejmara dîplomatên xwe li Iraqê kêm kir
3 kanûn, 2020   10:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sky News Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji hikumeta Amerîkayê li Washingtonê ragihand ku rêveberiya Amerîkayê, li gorî raporên ewlehiyê ku dibe komên iraqî yên alîgirên Tehranê li dijî balyozxaneya Amerîkayê kirinên “Dijber û terorîst” pêk bînin, li gorî vê yekê jî  nîvê karmendên balyozxaneya li herêma Xedrayê kişandin.

Fermandarên saziya istixbaratê û Pentegonê bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştin fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Silêmanî re hişyarî da ku dibe “Gefên cidî” pêk werin.

Bi vê gavê re, asta rageşiyê di navbera Washington û Tehranê de zêde dibe.

Di sala borî de balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û gelek baregehên Amerîkayê yên din bi dehan moşekan hatin hedefgirtin.

 (şx)