Li Efrîna dagirkirî 11 jin di nav de 28 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê ragihand ku li Efrînê di 10 rojên borî de 28 kes hatine revandin di nav de 11 jin jî hene.

Li Efrîna dagirkirî 11 jin di nav de 28 kes hatin revandin
3 kanûn, 2020   08:02
 ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Berdevkê rêxistinê, Îbrahîm Şêxo got: “Ji şêniyên Efrînê 28 kes di nava de 11 jin hatin revandin.”

Rêxistinê navên hinek kesên ku hatine revandin bi dest xistin. Navên wan wiha ne: Gulê Nûrî Reşîd, Mewlûde Mihemed Cabo, Helîme Mûsa, Culye Asya û Mihemed Caro ji gundê Gazê yê navçeya Raco , Ayşe Hiso Hemîd, Ferîde Mihemed Hisên, Emîne Hemîd Henan, Şefîqe Mihemed ji gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê.

Li gorî rêxistinê, çeteyên koma El-Hemzat jinek bi navê Ayşe Mihemed a ji parêzgeha Humsê jî kuştiye.

(şx)

ANHA