Şaredariya Gel a Hesekê xebatên dezenfektekirinê didomîne

Şaredariya Gel a Hesekê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusa koronayê xebatên dezenfektekirin û paqijkirina kolanan didomîne.

Şaredariya Gel a Hesekê xebatên dezenfektekirinê didomîne
1 kanûn, 2020   13:41
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 21`ê Mijdara borî de biryara qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan li Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Bi destpêkirina qedexeyê re, Şaredariya Gel a Hesekê dest bi dezenfektekirina navend û saziyên sivîl, leşkerî, dibistan, bendên kontrolê û tevahiya kolanên sereke yên taxan, deriyên têketin û derketina ji bajêr kir.

Berpirsa Beşa Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Mahabad Sadûn destnîşan kir ku xebatên dezenfektekirinê di dirêjahiya dema qedexeyê de berdewam in.

/kr/uploads/files/2020/12/01/134220_heseke-seredari-4.webp

Desteya Hawîrdor û Şaredariyan a herêma Cizîrê ji roja yekemîn a qedexeyê ve, madeyên dezenfektekirinê li bajarok û navçeyên girêdayî wê belav kirin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/asrOlkc_jQY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>