Rêya Eyn Îsayê-Til Seman hate sererastkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xebata sererastkirina rêyên di navbera navçeya Eyn Îsayê û gundewarê bakurê Reqayê bi dawî kir.

Rêya Eyn Îsayê-Til Seman hate sererastkirin
1 kanûn, 2020   13:57
EYN ÎSA

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser banga ajokaran rêya di navbera navçeya Eyn Îsayê û bajarokê Til Seman ê bakurê gundewarê Reqayê de, sererast kir.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê di 9 Cotmeha derbasbûyî de êrişî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê kir û rêya M4`ê hate girtin, êdî şêniyan rêya Eyn Îsayê - Til Seman bikar dianî. Ji ber piraniya herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi hev ve girê dide, nexasim herêmên Firatê, Cizîrê, herêmên Tebqayê û Dêrazorê.

Karê sererastkirina rê derdora 5 mehan dirêj kir û karkeran rê bi kevirên şikandî, dehil û ziftê dagirtin.

Karkeran ji meha Îlona derbasbûyî ve dest bi kar kirin, diviyabû ku rê bi dirêjahiya 19,600 metreyan bihata sererastkirin, lê ji ber artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê kir, sererastkirin temam nebû.

Hêjayî bibîrxistinê ku kar û xebata sererastkirina vê rêyê 9 mehan hate rawestandin û di 29`ê meha Hezîrana derbasbûyî ve careke din hate destpêkirin.

 (eh)

ANHA