Bayloza DYA`yê ya NATO: Kirîna Enqereyê moşekên Rûsyayê gefê li ser yekitiya koalîsyonê dikin'

Balyoza DYA`yê ya  NATO`yê Billy Hutchinson bang li dewleta Tirk kir ku beriya aktîvkirina pergala parastinê ya asmanî ya Rûsyayê S-400 careke din bifikir e. Billy Hutchinson got: “Kirinên Enqereyê li rojhilatê Deryayê Spî û Qerebaxê gefê li ser yekitiya NATO`yê çêdike."

Bayloza DYA`yê ya NATO: Kirîna Enqereyê moşekên Rûsyayê gefê li ser yekitiya koalîsyonê dikin'
1 kanûn, 2020   13:19
 NAVEND NÛÇEYAN

Balyoza DYA`yê ya NATO`yê beriya lûtkeya wezîrên derve yên NATO`yê li Brukselê ji rojnameya The National a Îmaratê re axivî û got: “Belavkirina moşekên Rûsyayê di nava pergala parastinê ya NATO`yê de nayê qebûlkirin. Dê encamên vê yekê li ser Tirkiyê dijwar bin.”

Billy Hutchinson wiha domand: “Me gelek caran ji Enqereyê re got ne pêkane ku pergala parastinê ya Rûsyayê di hevalbendiya me de cih bigire. Hîn dem heye ku dewleta Tirk ji hevpeymana bi Rûsyayê paşde vekişe.”

Billy Hutchinson destnîşan kir ku lêgerîna dewleta Tirk li herêmên rojhilatê Deryayê Spî û têkiliyên wê di şerê navbera Azerbêcan û Ermenistanê de, ji bo yekitiya NATO`yê pirsgirêk e.

(şx)