Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin

Şêniyên şengalê ku li ser bangawaziya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji şeva derbasbûyî de li dora navenda asayîşa Êzîdxanê ya li navenda Şengalê û bajarokê Sinûnê û Xanesorê kom bûne bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin.

Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin
Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin
Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin
Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin
Çalakvanên Şengalê bi berpirsyarên hikumeta Iraqê re diaxivin
1 kanûn, 2020   13:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de, li dijî Şengalê peymanek ku îradeya herêmê û saziyên wê nas nake hatibû îmzekirin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê hêz şandibû çend cihên Şengalê. Her wiha xwestibû ku hêz bişînin ser Çiyayê Şengalê jî lê li ser nerazîbûna şêniyên Şengalê, ev hewldan hatibû rawestandin.

Rêveberî û saziyên Şengalê jî li dijî wê peymanê şande ava kiribûn û li Bexda hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha gelê Şengalê jî rojane çalakî li dar xistin û diyar kirin ku bêyî îradeya wan ew tu tiştekî qebûl nakin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bal kişandibû ku Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye û banga lezgîn kiribû. MXDŞ herî dawî duh bi awayekî awarte civiyabû û bang li tevahiya şêniyên Şengalê kiribû ku 1’ê Kanûnê di saet 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê kom bibin.

Li ser banga MXDŞ’ê şêniyên Şengalê şeva derbasbûyî di saet derdora 02.00’yan de berê xwe dan navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê. Şêniyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire nerazîbûn nîşan dan.

Şêniyên ku heta serê sibehê li ber navendên asayîşê çalakiya xwe domandin, agir pê xistin û piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzîdxanê re nîşan da.

Di saetên serê sibehê de jî ji nava çalakvanên li pêşiya Asayîşa navenda Şengalê kom bûbûn, şandeyek hat avakirin û bi berpirsyarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Lê di hevdîtinê de berpirsyarên Iraqê daxwazên şêniyan qebûl nekirin û xwestin navendên asayîşê werin radestkirin.

Li ser vê yekê şêniyên li pêşiya avahiya asayîşê kom bûbûn nerazîbûn nîşan dan û heta navenda navçeya Şengalê meşiyan. Xwepêşandaran ji vir jî careke din vegeriyan pêşiya avahiya asayîşê. Şêniyên ku li ser rê agir pêxistin, diyar kirin ku ew bi tu awayî nahêlin îradeyan wan tune bê hesibandin û heta daxwazên wan neyên bicîhanîn ewê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî meş û xwepêşandanê, hevdîtinên di navbera nûnerên gel û berpirsyarên Iraqê de ji nû ve dest pê kirin.

Hevdîtin berdewam dikin û çalakvan jî xwepêşandanên xwe didomînin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g2ysuhCYVk8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>