Li Tebqayê xebatên dezenfektekirinê berdewam in

Di çarçoveya rêzetedbîrên xweparastinê yên ku Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê girtine de, tîmên dezenfektekirinê di bin çavdêriya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan xebatên dezenfektekirina sûkan û saziyên herêmê didomînin.

Li Tebqayê xebatên dezenfektekirinê berdewam in
Li Tebqayê xebatên dezenfektekirinê berdewam in
Li Tebqayê xebatên dezenfektekirinê berdewam in
Li Tebqayê xebatên dezenfektekirinê berdewam in
1 kanûn, 2020   12:14
TEBQA

Ji roja yekemîn a pêkanîna biryarê ve, Şaredariya Navendî ya herêma Tebqayê û şaredariyên şaxî mîna El-Mansûra, Sefsafe, Mehmudlî û Cirniyê hemleyek dezenfektekirinê ya giştî li tevahiya bajêr û bajaorkên girêdayî wê, da destpêkirin. Navendên giştî, cihên kombûna şêniyan hatin dezenfektekirin. Foca Agirkujiyê rojane danek bi sibê û yek bi şev ava dezenfektekirî li kolanên sereke, şaxî, deriyên têketina bajêr direşîne.

Şêniyên bajêr biryara qedexeya derketina derve bi giştî pêk tînin. Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, duh ragihand ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihaşt zêdetirî 610 kesan.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Ebdulhemîd El-Xemrî destnîşan kir ku tîmên taybet karên xwe rojane di dirêjahiya 8 saetan de didomînin. Komek ku ji 11 kesan pêk tê bi tevahiya amûrên dezenfektekirinê hate amadekirin. Karker bi rêya diraktoran madeyên dezenfektekirinê li saziyên bajêr direşînin.

Di heman demê de, Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên xwe yên xizmetguzarî didomîne, ji paqijkirina rêyan bigire heta bigihêje rakirina çopê ji nava kolanan.

Komîteya Rêveberiya Herêmî bi komîte û gerînendeyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê re ji bo dayîna plansaziyeke giştî ya dezenfektekirina saziyan bi taybet navendên ku di dema qedexeyê de kar dikin, koordîne kir.

El-Xemrî anî ziman ku tîmên dezenfektekirinê û beşa xebatên xizmeguzarî û paqijiyê, bi rêya xebatên xwe yên rojane di nava bajêr de bang li şêniyan dikin ku rêzgezên xweparastinê pêk bînin da ku xwe ji vê pandemiyê biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe ji bo pêkanîna qedexeya derketina derve ya giştî didomîne.

(şx)

ANHA