DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeya hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ`ê erebeyeke ku leşkerên hikumeta Şamê yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têde hebûn, kir armanc û di encamê de gelek leşker birîndar bûn.

DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeya hêzên hikumeta Şamê kir
1 kanûn, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê erebeyeke ku leşker ji Firqeya 4`an têde hebûn, kir armanc.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama êrişa DAIŞ`ê de gelek leşkerên Firqeya 4`an birîndar bûn.

Piştî vê bûyerê li bajarokê Qorya Firqeya 4`an qedexeya derketina derve ragihand.

(eh)