Yekemîn rêwîtiya bazirganî ya Îsraîlê ber bi Îmaratê ve pêk hat

Piştî hefteyekê ji yekemîn rêwîtiya bazirganî ya ji Îmaratê ber bi Îsraîlê ve, Îsraîlê îro ragihand ku yekemîn rêwîtiya bazirganî ya yekser ji Îsraîlê ber bi Îmaratê ve pêk hat.

Yekemîn rêwîtiya bazirganî ya Îsraîlê ber bi Îmaratê ve pêk hat
1 kanûn, 2020   12:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Ophir Gendelman îro ragihand ku rêwîtiya yekemîn a bazirganî ji Îsraîlê ber bi Îmaratê ve pêk hat.

Ophir Gendelman li ser hesabê ya li Twitterê dîmena balafirê dema amadekariya firînê dikir belav kir û got: “Yekemîn rêwîtiya bazirganî ya Îsraîlê ber bi Îmaratê ve beriya çend kêliyan ji balafirgeha Gurion a navneteweyî ber bi Dubeyî ve bi rê ket.”

Gendelman wiha domand: “Rêwîtiya yekemîn a Îmaratê roja pêncşemê gihaşt Îsraîlê. Rêwîtiyên yekser me nêzî hev dike.”

Piştî du mehan li ser hevpeymana di navbera her du welatan de, şirketa rêwîtiyên asmanî Flydubai roja pêncşemê yekemîn rêwîtiyên yekser ber bi Til Aviv ve da destpêkirin.

Îmarat û Behrênê di 15`ê Îlonê de li Washingtonê bi sponseriya serokê Amerîkayê Donald Trump bi Îsraîlê re hevpeyman îmze kir.

(şx)