​​​​​​​Dewleteke din a Ewropayê Hizbullehê wekî “Rêxistineke terorîst” ragihand

Slovanya ragihand ku Hizbullah bi her du baskên wê yên siyasî û leşkerî, “Rêxistineke terorîst e”.

​​​​​​​Dewleteke din a Ewropayê Hizbullehê wekî “Rêxistineke terorîst” ragihand
1 kanûn, 2020   11:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Slovanya ragihand ku Hizbullah bi her du baskên wê yên siyasî û leşkerî, “Rêxistineke terorîst e” û di daxuyaniyeke xwe de got: “Ji niha û pê de em ê bi koma Hizbullahê re weke rêxistineke terorîst ku li ser aştî û ewlehiyê gef e, bidin û bistînin.”

Hikumetê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku êdî tevgerên Hizbullahê li ser asta cîhanê têkiliya xwe bi sûcên birêxistinkirî, tevgerên terorîst û yên leşkerî hene.

Heta niha zêdetirî 16 dewletên Ewropayê û Amerîkaya Latîn, Hizbullah wek rêxistineke terorîst bi nav kiriye.

(şx)