NY: Di 2021`ê dê pêwîstiya 235 milyon kes bi alîkariyê hebe

Ji ber vîrusa Koronayê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li cîhanê  dê di sala 2021`ê de pêwîstiya 235 milyon kes  bi alîkariyê  hebe û bi vê yekê dê rêjeya ji sedî 40 ji sala 2020`an zêdetir be.

NY: Di 2021`ê dê pêwîstiya 235 milyon kes bi alîkariyê hebe
1 kanûn, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber vîrusa koronayê ku bi dehan milyon kes pê ketin, banga komkirina 35 milyar dolar di sala 2021`ê kir.

Li gorî raporên NY`yê yên têkildarî rewşa awarte ya sala 2021`ê de, li cîhanê derdora 235 milyon kes hewcedar in, anku ji sedî 40 ji sala 2020`an zêdetir bûye.

Sekretêrê Giştî yê NY`yê yê Karûbarên Mirovî Mark Lowcock got ku sedema zêdebûna rêjeya rewşên awarte ji ber belavbûna vîrusa COVID-19  ye.

 (eh)