Di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket

Vê sibê li eniya Foca 46`an a gundewarê rojavayê Helebê di navbera hêzên  hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket
1 kanûn, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku li eniya Foca 46`an a li gundewarê rojavayê Helebê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de careke din şer rû dide. Di heman demê de li eniya Salihiyê ya gundewarê Seraqibê ya rojhilatê Idlibê herdu aliyan baregehên hev topbaran kir.

Di heman çarçoveyê de hêzên hikumeta Şamê eniyên Kensefra, Helûbê, Fetîra, Filfil, Bênîn û Riweyha yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

 (eh)