Şêniyên Amûdê: Peydakirina basên gel gaveke erênî ye

Şêniyên navçeya Amûdê însiyatîfa Komîteya Jîngeh û  Şaredariyan a peydakirina basên gel bi gaveke erênî nirxad. Endamê Rêveberiyê yê Beşa Veguhastinê diyar kir li gorî pêwistiyan dê basa bixin xizmetê.

Şêniyên Amûdê: Peydakirina basên gel gaveke erênî ye
1 kanûn, 2020   08:35
QAMIŞLO

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a kantona Qamişlo bi hevkariya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Gel, ji bo Amûdê basên gel xistin xizmetê û bi vî awayî barê welatiyan sivik kirin.

Li  Amûdê 22 vê mehê bas ketin xizmetê û ji bilî roja înê rojane ji saet 7 sibê heta piştî nîvro di xizmetê de ne. Her wiha basek 22 neferan (siwareyan) radike û her kartek bi 100 lîreyên Sûriyê ye.

ꞌPEYDAKIRINA BASAN BARÊN WELATIYAN SIVIK KIRꞌ

Şêniyên Amûdê ev gav bi erênî nirxand û gotin ku barên wan sivik kir û rê li pêşiya keysbaziya ajokarên texsiya girt. Têkildarî mijarê Dilşad Şiwêş axivî û got ku basên  gel ji bo şêniyên Amûdê gaveke erênî ye û barên wan sivik dike, ji ber her neferek bi 100 lîreyên Sûriyê ye û ev buha di vî wextî de tiştek pê nayê, hema bêje nirxekî manewî/ semolîk e.

Xezwa Xelîl axivî û got ku pêwîstiya wan bi gaveke wiha hebû û got: "Beriya niha kiriya wesayitan pir bilind bû,  heta digihaşt 1000  lîreyên Sûriyê, ev jî ji bo me zehmet bû, lê niha bi xêra peydakirina basan nirx baştir bûye. "

Her wiha Şêrîn Dirbas jî axivî û da zanîn ku basên gel gaveke erênî ye, wesayit peyda kir, barên elatiyan sivik kir û nirxê veghastinê kim kir.

Endamê Beşa Veghastina Hundirîn a Şaredariya Hundirîn a li navçeya Amûdê Basil Dawê diyar kir ku li ser banga welatiyên Amûdê bas ketin xizmetê, ji ber li navçeyê bas tune bûn û nirxên texsiyan bilind bû.

Basil Dawê destnîşan kir ku ji beriya heftiyekê ve bas ketin xizmetê de, di hefteya destpêkê ajokaran pere ji destên neferan negirt. Her du bas ji geraca servîsan a li ser rêya Hesekê ve heta Qewsê Qamişlo û bazara navçeyê digerin başê vedigerin geracê.

Basil Dawê îşaret pê kir ku dê li gorî pêwîstiyan û serkeftina vê gavê hejmara basan zêdetir bikin. Di heman demê de tê payîn ku rawestgeha basan jî were diyarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku li gelek herêm û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bas bicihbûne, ji wan Qamişlo, Hesekê, Reqa, Kobanê û Girkê Legê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G3MbQX49qrI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>