Endamên NATO li hev dicivin

Wezîrên dewletên endamên NATO`yê  ji bo nirxandina xebatên hevbeş û nîqaşkirina rewşên li Rojhilata Navîn û herêma Ewropayê, lihev dicivin.

Endamên NATO li hev dicivin
1 kanûn, 2020   08:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn mijarên rewşa Ewropayê, geşedanên li Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê, Balkan, herêma Deryayê Reş û rojhilatê Deryayê Spî, di civîna NATO`yê de werin nîqaşkirin.

Ji ber rêbazên "Şer" ên dewleta Tirk, NATO û Yekitiya Ewropayê (YE) hewl didin bi awayekî serbixwe parastina berjewendiyên xwe bikin. Lê nakokiyîn hundirîn van hewldanên wan sînordar dikin.

 (şx)