Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê amadekariyên vekirina nivîsgehên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike

Çavkaniyan ji Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê eşkere kirin ku komele ji bo vekirina nivîsgehên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çend rojên bê de amadekariyan dike.

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê amadekariyên vekirina nivîsgehên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike
1 kanûn, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, şandeyek Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê bi serokatiya Mihemed Bermo ji bo lidarxistina rêzecivînan û hevdîtinan bi nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser re gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku armanca hevdîtinan, girtina ruxsetên vekirina nivîsgehên komeleyê li herêmê di çend rojên bê de ye.

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê di 13`ê Mijdara 2015`an de li Viennayê hate avakirin. Komele desteyeke nîştimanî, siyasî û civakî ye û koma kar a Qurtuba rêgezên wê yên bingehîn danîne.

Komeleyê di Gulana derbasbûyî de, di civîneke çapemenî de li Viennayê ragihand ku ew tev li MSD`ê bûye.

(şx)

ANHA