​​​​​​​Êzidiyên li Helebê nerazîbûn nîşan lihevkirina li ser Şangalê da

Êzidiyên li Helebê bi meşekê peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ya li ser Şengalê şermezar kir.

​​​​​​​Êzidiyên li Helebê nerazîbûn nîşan lihevkirina li ser Şangalê da
30 mijdar, 2020   14:38
HELEB

Bertekên gel ên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de zêde dibin.

Mala Êzidiyan a Helebê li dijî peymanê xwepêşandanek bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Tirk re û erê ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re" li dar xist.

Bi sedan êzidî, endamên saziyê sivîl û partiyên siyasî ên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê tev li meşê bûn.

Xwepêşandan li pêşiya Mala Êzidiyan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di xwepêşandanê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdZekî Şengalî, alên Mala Êzidiyan û pankartên bi nivîsên "Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina rûmeta jinan e" rakirin.

Xwepêşandan ber bi taxên sereke ve meşiyan, sloganên şermezarkirina siyaseta PDK`ê berz kirin.

Li qada Şaredariyê ya aliyê rojavayê taxê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa bi zimanê kurdî û Raniya Cafer bi zimanê erebî axivîn.

Di axaftinan de peymana di navbera PDK`ê û hikumeta Iraqê de red kir û peyman wekî armanckirina Rêveberiya Xweser komkujiyeke nû ya li dijî civaka Êzidî bi nav kir.

Mîtîng bi slogana "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NqCuixwWNSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>