Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin

NY 30’ê Mijdarê wekî “Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî” ragihand, lê li hemberî sûcên şerê kîmyewî yên di sedsala zanist û teknolojiyê de bêdeng ma. Ev sûcê şer ku ji dema Yewnana Kevnar heta Serêkaniyê hatiye dubarekirin, bi tenê li ser kaxizan maye.

Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar anî û nehat cezakirin
1 kanûn, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Çekên kîmyewî bi gelek peyman û lihevkirinan wekî sûcekî şer tê qebûlkirin û hatine qedexekirin, lê belê di roja me ya îroyîn de nemaze li hemberî gelê Kurd, hê jî tên bikaranîn.

Ji bo ku li dijî gefa çekên kîmyasal hestiyarî çêbe û mexdûran bi bîr bîne, Neteweyên yekbûyî (NY) roja 30’ê Mijdarê wekî “Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê kîmyasal” ragihand. 192 dewletan ji 29’ê Nîsana 1997’an de ji bo ku çekên kîmyasal qedexe bikin, Peymana Çekên kîmyasal îmze kir. Ew peyman tenê li ser kaxizê ma, sûcên di vê derbarê de bê ceza man û bi bêdengiya xwe bûn alîgirên bikaranîna wan çekan.

BANDORA BÎYOLOJÎK A ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Li gorî lêkolînên berdest, reaksiyona çekên kîmyewî di laşê mirovan de çêdike, dibe sedema kuştina mirovan ku pergala sînîran xirab dike, dikeve nava şaneyên xwînê, pergala nefesê têk dibe, lê ji ber ku li gorî çekên konvansiyonel erzantir in, wan çekan tercîh dikin. Ev çek dikarin di nava çend deqeyan de mirovan bikujin û gelek cureyên xwe hene. Gazên sarîn û tabûn bandora xwe li pergala sînîran dikin û dibin sedema jehrîbûn û krîza dil û bi vê gazê korbûn, kerbûn û felcên demkî çêdibin, her wiha çermê mirovan dişewitînin. 

Em ê di vê dosyayê de lê binêrin bê ka çekên kîmyewî li Yewnana Kevnar ji sala 600’î ya beriya zayînê heta Serêkaniyê ji bo êrişên dagirkeriyê çawa hatine bikaranîn.

CARA EWILÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI KU DERÊ HATIN BIKARANÎN?

Li gorî hin lêkolînên li ser vê mijarê, çekên kîmyewî û biyolojîk cara yekemîn 600 sal berî zayînê ji hêla artêşa Atînayê ve di dorpêça bajarê Kirra de hatin bikaranîn. Ev rewş bû sedem ku gelek kes bimirin û sewal birîndar bibin, di heman demê de xwezayê jî pir zirar dît. Kîmyewiyên jehrîn, ku dikarin di taqîgehên biçûk de bi sed hezaran werin hilberandin, di dîrokê de di gelek êriş û şeran de hatine bikaranîn.

Di sedsala 20’an de, çekên kîmyewî di şerên li dijî girseyên pir mezin de hatin bikaranîn. Gazên jehrî yên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji hêla Almanya, Fransa û Brîtanyayê ve hatine bikaranîn, bûn sedema mirin û birîndarbûna zêdetirî milyonek mirovan. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi qasî 3 milyon Cihû ji hêla Naziyan ve di kampên komkirinê yên wekî Auschwitz û Chelmno de hatin kuştin. Napalm, kîmyewiyeke şewitîner e ku ji hêla DYA'yê ve di şerê Vîetnamê de gelekî hate bikaranîn, zirar da gelek zindiyan, nemaze mirovan û bû sedema şewatên mezin li devera ku tê de hate bikaranîn.

LIHEVKIRIN, PEYMAN, KONFERANS…

Di dîrokê de yekemîn peymana kontrolkirina çekên kîmyewî ya nivîskî Peymana Strasbourgê ye ku sala 1675’an di navbera Îtalya û Fransayê de hate îmzekirin. Yekemîn gava pirneteweyî û qebûlkirî ya ber bi kontrolkirina çekên kîmyewî ve bi Peymana Laheyê ya 1899’an hate avêtin. Ji Peymana Den Haagê kêmtirî 20 salan, Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Ewropayê dest pê kir. Beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn protokola Cenevreyê jî tê de, gelek peyman çêbûn.

Peymana Strasbourgê: Di sala 1675’an de, Fransa û Îtalyayê bi xala 57'an ji bo şerê di navbera her du welatan de bikaranîna guleyên jehrî hate qedexekirin.

Danezana St. Petersburgê: 1868 nehat qebûlkirin. Hate pêşniyarkirin ku di ser 400 gramî re cebilxaneyên teqîner, şewitîner û şewitox werin qedexekirin.

Konferansa Brukselê: Di sala 1874’an de pêşniyar hate kirin ku bikaranîna jehr û çekên jehrî qedexe bikin. Ev peyman tu  carî nehat pejirandin, lê wê pêşengiya Peymanên Laheyê kir.

1899 Lihevkrina Laheyê: Bikaranîna gazên xeniqandinê, ên jehrîn û mîna wan bi beşdariya 31 dewletan di 1899’an de hate qedexekirin.

1907 Peymana Laheyê: 35 dewlet di 1907’an de tev lê bûn. Bikaranîna gazên jehrîn û jehr hate qedexekirin.

Peymana Versaillesê: Di 1919’an de bi peymana ku di navbera dewletên Îtîlafê de pêk hat, hate qedexekirin ku Almanya gazên jehrî hilberîne û hawirde bike.

Konferansa Çekan a Washingtonê: Di 1922’yan de hemû çekên kîmyewî hatin qedexekirin lê nehate qebûlkirin.

Protokola Cinêvê: Di sala 1925’an de di navbera 134 dewletan de pêk hat. Di şer de bikaranîna gazên jehrîn û yên mîna wan û amûrên bakteriyolojîk hate qedexekirin.

Konferansa Bêçekkirina Cîhanê: Di sala 1933’yan de pêk hat. Pêşniyar hate kirin ku Peymana Cinêvê bi pênasekirineke rastîn a çekên kîmyewî were berfirehkirin û li dijî welatên ku ne alîgirên konferansê ne, bikaranîna çekên kîmyewî were qedexekirin lê ew nehat qebûlkirin.

Peymana Çekên Biyolojîk: Di 1972’an de, bi erêkirina 162 dewletan hemû cure çekên biyolojîk hatin qedexekirin.

Koma Awistralyayê: Sala 1985’an ji hêla 41 dewletan ve hate sazkirin da ku hinardeya madeyên ku dikarin wekî çekên kîmyewî û biyolojîk werin bikaranîn, kontrol bikin. Veguhastina çekên kîmyewî hate qedexekirin û bazirganiya madeyên têkildar hate sererastkirin.

Lûtkeya Cinêvê: Di sala 1985’an de di navbera DYA û Yekitiya Sovyetê de pêk hat.          

Konferansa Bikaranîna Çekên Kîmyewî: 149 dewlet di 1989’an de beşdar bûn. Welatên beşdar Protokola Cinêvê ji nû ve piştrast kir. Hemû dewletan li hev kir ku divê çekên kîmyewî neyên bikaranîn û bikaranîna wan sûc e.

1990 Peymana Çekên Kîmyewî: Di sala 1990’an de di navbera DYA û Yekitiya Sovyetê de hate îmzekirin.

Peymana Mendozayê: Di 1991’an de di navbera Arjantîn, Brezîlya, Şîlî û Ûrûguayê de hate îmzekirin. Bikaranîn, geşepêdan, hilberandin, standin, depokirin, û veguhastina hemû çekên kîmyewî û biyolojîk hate qedexekirin.

Peymana Çekên Kîmyewî ya Hindistan-Pakistanê: Di sala 1992’yan de di navbera Hindistan û Pakistanê de hate îmzekirin. Çekên kîmyewî bi tevahî hatin qedexekirin.

Peymana Çekên Kîmyewî: 187 dewletan ew peyman di 1993’yan de pejirand. Bikaranîn, geşepêdan, hilberandin, standin, depokirin û veguhastina hemû çekên kîmyewî hate qedexekirin. Dewlet ji tunekirina çekên kîmyewî berpirsyar in.

MÎNAKA DAWÎN A ÎHLALKIRINA PROTOKOLA CINÊVÊ: KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ

Iraqê Protokola Cenevreyê di 1931'an de îmze kiribû. Lê belê, dîktator Sedam Huseyîn di 16'ê Adara 1988'an de bi Komkujiya Helebçeyê protokol binpê kir. Di komkujiya kîmyewî de herî kêm 5 hezar Kurd, ku piraniya wan jin, zarok û pîr bûn, jiyana xwe ji dest da, 7-10 hezar kes jî birîndar bûn. Di lêkolînên li ser eşyayên li bajêr û merasîmên cenazeyan de, derket holê ku di Komkujiya Helebçeyê de gaza xerdelê, gaza sarîn û gaza syanît hatine bikaranîn.

Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), bikaranîna çekên kîmyewî li Helebçeyê bû sedema mirina 43 hezar û 753 kesî û seqetbûna 62 hezar û 200 kesî.

DÛAJOYÊ HÎTLER Û SEDAM; DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk a dagirker bi salan li dijî gerîlayên PKK’ê çekên kîmyewî bi kar anîn ku navê şermê yê di dîroka mirovahiyê de bi rejîmên dîktator û faşîst ên wekî Adolf Hîtler û Sedam Huseyîn re têkildar e. Di sala 1997'an de, dewleta Tirk a dagirker ku ji 1974'an ve alîgirê Peymana Çekên Kîmyewî ye, bi bikaranîna gazên kîmyewî û napalm li dijî gerîlayên HPG'ê, Peymana Şer a Cenevreyê yên yên wekî wê binpê kirin û bi bikaraîna çekên kîmyewî gelek sûcên din li sûcên xwe yên şer zêde kirin.

BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ QETIL KIRIN, PIŞTRE BINAX KIRIN

22 xwendekarên dersxaneyê yên li Meletiyê  ku dixwestin tev li PKK’ê bibin û 6 gerîlayên PKK’ê yên ku hatin wan bigirin, di operasyona ku li Çiyayê Bezar ê Semsûrê de, di 17’ê Gulana 1994’an de bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Cenazeyên 28 ciwanan anîbûn baxçeyê qereqoleke dewleta Tirk a li Semsûrê û li wê derê demeke dirêj hatibûn sekinandin.

Di 1995’an de, arteşa Tirk di operasyoneke berfireh a li herêma Geliyê Şêx Cuma ya di navbera navçeya Şîrwan a Sêrtê û Bedlîsê de 80 gerîla bi çekên kîmyewî qetil kirin, û dûre ew bi rengekî komî di çalekê de veşartin.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk ji sala 1994’an heta 2011’an;

* Îdiaya bikaranîa çekên kîmyewî li dijî gerşlayên PKK’ê: 39

* Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xweza û axê: 5

* Îdiaya bikaranîna çekên biyolojîk: 2

* Hejmara gerîlayên PKK’ê yên ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest daye: 437

* Hejmara sewalên ku di encamê bikaranîna çekên kîmyewî de telef bûne: 134

Yek ji êrişên ku çekên kîmyewî yan jî biyolojîk tê de hatin bikaranîn, li Cizîrê bû ku di sala 2016’an de berxwedana xwerêveberiyê lê pêk hat. Faysal Sariyildiz ku wê demê wekîlê HDP’ê yê Şirnexê bû, di heman demê de nameyek jiSekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û li Cizîrê lêpirsîn xwest. Sariyildiz di nameya xwe de wiha vegot: “Agahdariya otopsiyê heye ku tê de gelek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest daye, bi şewitandinê hatine kuştin û laş jî parçe bûne. Di qedexeya derketina derve de ku ev 64 roj e li Cizîrê berdewam dike, 80 kesên ku dikarin bên tesbîtkirin û 129 kesên ku nasnameya wan hêj nehatiye eşkerekirin, jiyana xwe ji dest da.”

KOMA ÇETEYAN A KU ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE; ‘ARTÊŞA ÎSLAMÎ’

Bi şoreşa Rojava ya sala 2011’an re, dewleta Tirk a dagirker ku dijminahiya wê li dijî Kurdan qet ranewestiya, çavê xwe da destkeftiyên Bakur û Rojhilata Sûriyê. Êrişên dagirkeriyê ku di ser çeteyan re hatin pêkanîn, di 2018’an de bi êrişên li dijî Efrînê re bi fermî êrişî axa Sûriyê kirin. Dewletên ku li hember êrişên dagirkeriyê bê deng man, di heman demê de ji bo bikaranîna çekên kîmyewî de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bi rola sê meymûn rabûn. Her wiha komek çeteyan hate avakirin ku çekên kîmyewî bi kar bîne.

“Artêşa Îslamî” ku di nav komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de bû, tê zanîn ku di 2016’an de çekên kîmyewî bi kar anîn. Komê di Îlona 2013’an de navê xwe guherand û kir “Artêşa Îslamê”. “Artêşa Îslamî” di sala 2015’an de, li gel komên çete yên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, li dijî taxên Kurdan ên Helebê; Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişek li dar xist. Vê komê di êrişên xwe yên li dijî Şêxmeqsûdê de, di 8 û 12’ê Gulana 2016 de, du caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di êrişan de zarok jî di nav de, gelek kes şehîd ketin.

Koma çete ya bi serokatiya Muhammed Elûş di daxuyaniyên çapemeniyê de li xwe mikur hat ku wan li Şêxmeqsûdê çekên kîmyewî bi kar anîne. Her çend komê diyar kir ku bi xeletî çekên kîmyewî bi kar anîne jî, pirsa ku ev çekên kîmyewî ji ku bi dest xistine, nehat bersivandin.

KÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DAN ÇETEYAN?

Serçeteyê bi navê Muhammed Eluş di nirxandinên xwe yên berê de diyar kiribû ku ew ji hêla Qeter û dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin û ku hemû piştgirî bi rêya Odeya El-Mok ku li Urdunê hatibû damezrandin, gihaştiye wan.

Siyasetmedarên li herêmê dibêjin ku çekên kîmyewî di 2013’yan de bi koordînasyona MÎT’ê birine gundên Helebê, haya Rûsyayê ji vê yekê heye û çeteyan bi talîmata Erdogan çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di 2016'an de, şîrketa îstuxbarat û analîzê ya Brîtanyayê IHS Markit jî îdia kir ku wê belge kiriye ku ji 2014'an ve herî kêm 52 caran çekên kîmyewî li deverên di bin kontrola DAIŞ'ê de hatine bikaranîn.

SOHR: LI EFRÎNÊ ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ HATIN BIKARANÎN

Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êrişî Efrînê kir. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Efrînê ku bi çeteyên xwe re dagir kir, çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekên qedexe di êrişên hewayî yên li dijî gundên Bilbilê û Şerayê de hatine bikaranîn. Her wiha zêdetirî 20 kesên birîndar ku anîbûn nexweşxaneyên li herêmê, gumana çekên kîmyewş li ser wan hate dîtin.

SÛC HATIN BELGEKIRIN

- Ji hêla gelek sazî û rayedaran ve hate belgekirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de bi kar anîne.

- Di encama lêkolîna laboratuarê de ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Wessling a Swîsreyê ve hate kirin, hat belge kirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên dagirkirinê de fosfora spî ya qedexekirî bi kar anî.

- Li gorî pisporê çekên kîmyewî Hamish de Bretton-Gordon ku ji nûçegihanê rojnameya The Times re axivî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê de cebilxaneya ku tê de fosfata spî heye, bi kar anîn.

- Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) digot dê agahiyan li cihê bûyerê lêkolîn bike lê derket holê ku balyozê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dîşlî 17’ê Cotmehê 30 hezar euro bertîl daye rêxistinê.

- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker çeka qedexekirî bombeya fosforê bi kar anî, laşê Mihemed Emîn Mihemed ê 13 salî li Til Temir şewitandî. Piştî ku wêneyên laşê Mihemed ê ku bi bombeyên fosforê şewitandî ji hêla ANHA'yê ve hate ragihandin, bû sedema nerazîbûna civaka Kurd. Dîsa, gelek wêne û delîlên berbiçav derketin holê ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîne. Tevî vê yekê jî NY ku 30’ê Mijdarê wek "Roja Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî" ragihand, li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdengiya xwe diparêze.

ANHA