Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir

Klînîka Arî serdana gundê Bana Qesrê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo kir û di roja yekemîn de 18 nexweş pêşwaz kir.

Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir
Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir
Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir
Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir
Klînîka Arî gera yekemîn li gundên Beravê dest pê kir
30 mijdar, 2020   13:50
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Klînîka Arî ya gerok, gera xwe ya yekemîn li gundê Bana Qesrê yê girêdayî Dêrikê da destpêkirin. Klînîk wê di hefteyê de 3 rojan gera xwe pêk bîne.

Weqfa Jina  Azad-şaxê Dêrikê klînîka Arî ya gerok di 27’ê Îlona borî de vekir û îro dest bi gera xwe ya yekemîn li gundên Berav a girêdayî Dêrikê ya Qamişlo kir.

Klînîka gerok di gera xwe ya yekemîn a li gundê Bana Qesrê yê girêdayî herêma Beravê ya Dêrikê de 18 nexweş ji zarok û jinên pêşwaz kirin.

Di klînîka gerok de amûra îko, amûra nefeskişandinê, tevahî derman û hemşîre hene.

Pîreka klînîka gerok Huda Elî wiha got: "Armanc ji klînîka gerok pêşkêşkirina piştevanî û piştgiriya tenduristî ji jin û zarokan re. Ji ber derman û lêvegerên tenduristî biha ye."

Huda Elî wiha domand: "Tevî tecrubeya me ya yekê li herêmê, pêşwazîkirina jin û zarokan li klînîkê baş e, li gel wê jî derman û piştevanî ji nexweş û hewcedaran re tên pêşkêşkirin."

Huda Elî destnîşan kir ku klînîk şîretên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike û heke rewşên giran hebin ji bijîşkên pispor tên şandin.

Endama rêveber a Weqfa Jina Azad Zeyneb Mihemed jî wiha got: "Weqfayê gelek proje vekirin, jê jî klînîka gerok e, armanca wê jî zanakirina civakê û pêkêşkirina xizmetên tenduristî ji şêniyên gundan re ye. Ji ber şênî ji bajêr ve dûr in û astengiya di serdanên li nexweşxaneyan re dikişînin."

Zeyneb Mihemed wiha domand: "Rewşa madî dijwar e û derman biha ye, ew jî bû sedema sereke ya vekirina klînîka gerok û pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya tenduristî ji nexweşan re, bi taybet jin û zarokan."

Ji aliyê xwe jî jinên gundê Bana Qeserê spasiya Weqfa Jina  Azad li ser vê insiyatîfa mirovî, pêşkêşkirina tenduristî û derman, tedawîkirina rewşên jin û zarokan, kir.

(fr)

ANHA