Geoffrey Beatt biryara Yewnanistanê ya kirîna F-35’an bi erênî nirxand

Balyozê Amerîkayê yê li Atînayê biryara kirîna balafirên şer ên Amerîkayê bi erênî nirxand ku dê ev balafir hêzên parastinê yên Yewnanistanê xurttir bikin.

Geoffrey Beatt biryara Yewnanistanê ya kirîna F-35’an bi erênî nirxand
30 mijdar, 2020   14:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê balyozê DYA`yê yê li Atînayê Geoffrey Beatt got DYA li ser astên herî bilind biryara kirîna balafirên Amerîkayê F-35 ji aliyê Yewnanistanê ve bi erênî dinirxîne.

Beatt got: “Hemû raporên ku berovajî vê yekê destnîşan dikin, ne rast in û tenê siyaseta Amerîkayê reş dikin.”

Beatt di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bi hevkariya Yewnanistanê li ser astên leşkerî û ewlehî serfiraz in û hewl didin wê bi pêş bixin.”

(şx)