​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temir hewdana çeteyan a ketina depoyên genim ên Um El-Kêf têk bir

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Um El-Kêf ê rojavayê navçeyê têk  bir.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temir hewdana çeteyan a ketina depoyên genim ên Um El-Kêf têk bir
30 mijdar, 2020   14:44
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Qasimiyê û Reşîdiyê yên navçeyê Til Temirê hewl dan ku di rêya zeviyan de bikevein depoyên genim ên gundê Um El-Kêf ê 5 km  dikeve rojavayê navçeyê.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa de, bersiva êrişan dan û şer di navbera herdu aliyan de rû da. Çeteyên dewleta Tirk neçar man ku birevin.

ANHA