Komên Hûsiyan moşekeke balîstîk avêt Yemenê

Komên Hûsiyan moşekeke balîstîk avêt parêzgeha Sedeya ya Yemenê.

Komên Hûsiyan moşekeke balîstîk avêt Yemenê
30 mijdar, 2020   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Piştgiriya Yasayî ya li Yemenê Eqîd Tirkî El-Malkî diyar kir ku komên Hûsiyan ku Îran piştgiriya wan dike, vê sibê moşekeke balîstîk ji parêzgeha Umeran avêt û li parêzgeha Sedeya ya Yemenê ket.

Tirkî El-Malikî got komên Hûsiyan hîn jî qanûnên navneteweyî binpê dikin û jiyana bi sedan sivîlan dixin xetereyê.

(eh)