Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Qamişloyê bi meşekê bang li civaka navneteweyî kir ku rêzê ji daxwazên gelê êzidî re bigirin û komploya li dijî Şengalê şermezar kirin.

Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê li dijî komploya li ser Şengalê meşiyan
30 mijdar, 2020   12:35
 QAMIŞLO

Li herêmê nerazîbûna gel a li dijî lihevkirina Hikumeta Federal a Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya girêdayî rêveberiya Şengalê, zêde dibin. Îro şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê bi du çalakiyên cuda lihevkirin şermezar kir.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f7beI746kAM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbepsiyê ya kantona Qamişloyê meşiyan û bang kirin ku komploya li dijî civaka Êzidî rawestînin û rêz ji vîna wî re were girtin ji bo ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bike.

Meş ji ber navenda Kongreya Star a li navçeyê destpê kir. Girseya gel pankartên bi nivîsên “Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin” û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û partiyên siyasî rakirin.

Di meşê de endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Xaliye Eyûb û bi navê pêkhateyên navçeyê endamê Meclisa Rûspiyan Hisên Sade axivîn.

Her du axaftvanan destnîşan kir ku lihevkirina di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de berdewama komployên li dijî vîna civaka Êzidî ye.

Her wiha diyar kir ku divê civaka navneteweyî civaka êzidî ji qirkirinan biparêzin û şaştiyên berê dubare neke.

Di dawiya meşê de şêniyan sloganên piştgiriya gelê Êzidî û silavkirina berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) berz kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê daketin qadan û komploya li dijî gelê êzidî yê li Şengalê red kir.

Şêniyan alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) hildan û lihevkirina li dijî Şengalê şermezar kir.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeyê Idrîs Ehmed axivî û got: “PDK`ê sala 2014`an xiyanet li Şengalê kir û şêniyênwê bi tenê bi dijmin re rû bi rû hiştin. DAIŞ`ê jî komkujiyên hovane li dijî gelê êzidî pêk anîn. Lê bi saya piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) Şengal ji DAIŞ`ê rizgar bû û rêveberiya wê ya xweser hate avakirin.”

Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Hikumeta Iraqê û PDK rêgeza jiyana hevbeş a ku şengaliyan bi xwe xwe ava kiriye, red dikin. Lewra hewl didin destkeftiyên gelê me yê li wir têk bibin. Fitne û şeran derxin. Em ji gelê xwe re dibêjin, em ê alîkariya we bikin û em nahêlin bûyerên 2014`an dubare bibin.”

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

(şx)

ANHA