Kurdistaniyên li Beyrûtê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn

Partiya Yekitiya Demokratîk li paytexta Lubnanê Beyrûtê ji bo bîranîna şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê civînek li dar xist.

Kurdistaniyên li Beyrûtê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn
30 mijdar, 2020   12:06
BEYRÛT

Duh bi boneya salvegera 16`emîn a şehadeta endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) û hevrêyên wê Zekeriya, Fûad, Ciwan û Cemîl ku 29`ê Mijdara 2004`an li bajarê Mûsilê di encama komploya ajanên hikumeta Şamê û dewleta Tirk de şehîd bûbûn, civînek li dar xist.

Civîn bi bibîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bi dehan Kurdên li Beyrûtê beşdarî civînê bûn. Endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Beyrûtê Xalid Xalid axivî û behsa têkoşîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê kir û wiha got: “Ew li dijî zilm û bindestiyê tê koşiyan. Armanca wan avakirina civakeke demokratîk bû.”

Xalid destnîşan kir ku ew komplo ji bo hedefgirtina vîna gelan bû û wiha domand: “Komploya li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê hîna dewam dike. Ji ber vê yekê, wekîPYD em li dijî van komployan û li dijî hemû binpêkirinên wekî zilm, bindestî, guhertina demografiyê, kuştin û revandinê ku li ser gelê me tên pêkanîn, têkoşînê bilind dikin.”

Xalid soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û serkeftinê nû kir.

Civîn bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M_yjgpYZtKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>