Michael Rubin: Dewleta Tirk li Qefqasyayê dest bi guhertina demografiyê kiriye

Michael Rubin got serokkomarê Tirk li Başûrê Qefqasyayê bi valakirina herêmê ji xiristiyanan û bicihkirina çeteyên sûrî, wekî herêmên Kurdan, dest bi siyaseta guhertina demografiyê kiriye.

Michael Rubin: Dewleta Tirk li Qefqasyayê dest bi guhertina demografiyê kiriye
30 mijdar, 2020   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolîner û rayedarê berê yê Pentagonê Michael Rubin di nivîseke ji bo kovara ‘The National Interest’ a amerîkî de wiha got: “Serokkommarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan çeteyên sûrî ku piraniya wan sunnî ne û çeteyên girêdayî xwe ji bo lawazkirina şêniyên ji pêkhateyên din ên li hundir û derve, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”

Rubin tekez kir ku Erdogan penaberên li Tirkiyê ji bo destpêkirina şerekî demografîk li dijî kêmneteweyên din ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî, bi kar anîn.

Rubin diyar kir ku hikumeta Tirk naxwaze Erebên sunnî li kampên penaberan bi cih bibin û derfetên bidestxistina nasnameya tirkî dide wan, ji ber ku li herêmên ku piraniya şêniyên wê elewî ne, wekî Hatay an jî bajarok û gundên din ên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê bi cih dibin.

Rubin wiha lê zêde kir: “Di hemû rewşan de, armancên Erdogan diyar in; bikaranîna Erebên sunnî ji bo guhertina demografiya wan herêman ji bo berjewendiya partiya xwe.”

Rubin da zanîn ku dewleta Tirk di şerê dawiyê yê li Qerebaxê de heman stratejiya di şerê Sûriyê de bi kar aniye.

Her wiha Rubin daxuyand ku Erdogan bi siyaseta xwe dixwaze qirkirina etnîk li herêmên sînorî yên Sûriyê pêk bîne, da ku Kurd, xiristiyan û êzidiyan biqewitîne û li şûna wan civatên îslamî yên Erebên sunnî bi cih bike.

Li aliyekî din, Rûsya, Fransa û Ermenistanê dewleta Tirk bi şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji bo piştgiriya Azerbêcanê di şerê dawî yê Qerebaxê de, tawanbar kiribû.

(cx)