Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk li gundewarên rojavayê navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş
30 mijdar, 2020   10:57
HESEKÊ

Dewriyeya 34`an vê sibê li gundewarê Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi rê ve çû, panzêrên artêşa Tirk derbasî xaka Sûriyê bûn û ji gundê Şêrikê ku 13 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir.

Dewriye ber bi gundê Kesra yê Zirganê ve çû û ji 4 panzêrên her du aliyan û du helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

Paşê dewriye vegeriya nuqteya destpêk ku ew jî gundê Şêrikê û derbasî xaka Tirkiyê bû.

 (eh)

ANHA