​​​​​​​Dîmenên nerazîbûna parlamenterên Başûr a li dijî paşxistina mûçeyên karmendan

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê îro ji bo paşxistina mûçeyên karmendan civiya, lê ji ber nerazîbûna parlamenteran civîn hate rawestandin. Parlamentera tevgera Goran Şirîn Emîn dîmenên nerazîbûna parlamenteran li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kirin.

​​​​​​​Dîmenên nerazîbûna parlamenterên Başûr a li dijî paşxistina mûçeyên karmendan
30 mijdar, 2020   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh 24 parlamenterên Başûrê Kurdistanê daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku civînek li ser paşxistina mûçeyê karmendan were lidarxistin. Li ser vê yekê parlamento îro di saet 12:00’an de civiya, lê civîn bi alozî dest pê kir û hate rawestandin.

Destpêka civînê de komeke parlamenteran nerazîbûna xwe nîşanî serokatiya parlamentoyê da. Parlamenteran diyar kir ku seroka parlamentoyê guh nade daxwazên wan û ji ber mijara paşxistina mûçeyê karmendan bang li hikumetê nekiriye.

Weke ku di dîmen de jî tê dîtin parlamenter ji ber nedana mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê destê xwe li mêz didin û nerazîbûna xwe didin nîşandan.

Komek parlamenter bê navber dirûşmeyên dijî gendeliyê qêr dikin. Di dîmenê tê bihîstin ku parlamenter dibêjin; ‘Hemû dahat tenê ji bo mesûlên kurên PDK û YNK’ê ye, ji bo çi neft radestî Bexda nayê kirin, ji bo çi qeçaxçitî tê kirin, ka dahata herêma Kurdistanê’