Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê

Dê ajansa me bi sernavê “Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê”, rêzehevpeyvînên bi hin kesên ku ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne re belav bike. Ew kes rastiya wê komê, armanca avakirina wê û aliyên ku endamên wê perwerde dikirin, eşkere dikin.

Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê
30 mijdar, 2020   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj bi roj rastiya “Pêşmergeyên Roj” ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi piştgiriya îstixbaratên Tirkiyê hatiye avakirin, armanca avakirina wê çi ye û çawa ciwan dixapandin da ku tev li wê komê bibin, eşkere dibe.

Di dosyaya me ya ji 4 beşan de bi sernavê “Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê” de, di hevpeyvînên ku bi hejmareke kesên ji wê komê veqetîne re hatine çêkirin de, dê bal li ser wan mijaran bê kişandin.

Beşên dosyayê dê ji sibê ve bên weşandin.

ANHA