Wezareta Parastinê ya Îranê soza tolhildanê ji kujerên Zade da

Wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatemî îro got: “Teqez em ê bersîva kuştina Fexrî Zade bidin û dê bersîv tund be.”

Wezareta Parastinê ya Îranê soza tolhildanê ji kujerên Zade da
30 mijdar, 2020   09:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hatemî di merasîma oxirkirina zanyarê nuklerî yê îranî Fexrî Zade de got: “Kuştina Fexrî zêde dê bê bersîv nemîne.”

Hatemî kujerên Zade hişyar kir û got: “Her bûyerek an jî sûcek an jî kirineke ehmeq li dijî Îranê bê bersîv namîne. Em ê kujerên Zade bigirin û dê berdêlek biha bidin. Îran wê plankerên vê bûyerê bigere û bide cezakirin.”

Hatemî domand û got: “Dijmin di dirêjahiya 4 serdemên borî de nikarî vebijarka leşkerî li dijî Îranê bi kar bîne. Vebijarka leşkerî ya li dijî Îranê êdî di bin maseyê de ye.”

Wezîrê parastinê yê Îranê da xuyakirin ku welatê wî dê şerê li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê bidomîne û ew bi vê yekê serfiraz in.

Roja înê serokê navenda lêkolînên zanistî û teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Fexrî Zade hate kuştin.

(şx)